Li Sydneyê komploya navneteweyî hate protestokirin
Li Sydneyê bi têvlêbûna siyasetmedarên ji Evûstralyayê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û êrîşa dagirker a li ser Garê jî hate protestokirin.
Li Sydneyê bi têvlêbûna siyasetmedarên ji Evûstralyayê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û êrîşa dagirker a li ser Garê jî hate protestokirin.
Salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sydenyê yê Evûsralyayê hate şermezarkirin.
Parlementerê Eyaletê yê Partiya Keskan Davîd Shoedbridge, Senatorê berê yê Partiya Keskan Lee Rhîannon, berdevkê sendîkaya karkeran Mansoûr Rezaqî jî di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl, çalakger û Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dîroka demokrasî û mafê mirovan de deqeke reş e.
Li ser navê Komîteya Amadekar a çalakiyê jî hate diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû gelê Kurd hatiye kirin.
Di çalakiyê de qala êrîşa dagirker a li ser Garê jî hatee kirin û hate gotin ku “Ev êrîş li dijî gelê Kurdistanê û destkeftiyên wê ye. Divê her kes xwedî li berxwedana Garê derkeve.”