BI DÎMEN

Li Sydneyê desteserkirina vînê hat protestokirin

Li Sydneyê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi girseyî hat protestokirin.

Kurdistaniyên li bajarê Sydney ê Awûstralyayê li hev civiyan, bi girseyî desteserkirina vîna gel a li Colemêrgê protestokirin. Çalakî bi piştevaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) hat lidarxistin. Di çalakiyê de li dijî desteserkirinê banga geşkirina têkoşînê hat kirin.

Di axaftinên li ser DKTM’ê hatin kirin de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Bakurê Kurdistanê, dixwaze li hemû Kurdistanê deskeftiyên Kurdan ji holê rake.

Çalakî bi dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Ji Kurdistanê re azadî”, “Tirkiye DAÎŞ” û “Faşîst Erdogan” bi dawî bû.