Li Sydneyê bang li CPT'yê hate kirin

Li Sydneyê ya Avûstûralyayê Kurdistanî û dostên wan tecrîd şermezar kirin û grevên birçîbûnê slav kirin. Di çalakiyê de bang li CPT'yê hate kirin.

Li bajarê Sydneyê ya Avûstralyayê di çalakiyê de ya bi pêşengiya Navenda  Civaka Kurd a Demokratîk, berxwedana Leyla Guven hate slavkirin, tecrîd hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ya li Custom House Cîrqular Quayê Semra Çoban a li ser navê Socîalîst Allîanceyê axivî, bal kişane ser Guven û bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê.

Di çalakiyê de bang li hikûmeta Avûstralyayê û CPT'yê hate kirin ku 'demildest tevbigerin'' û belavokên bi naveroka ku azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê xwestin, hatin belavkirin.