Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Swîsreyê konferansa 'Rûyê din ê komarê'

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê konferansa 'Rûyê din ê komarê' hate lidarxistin.

Bi wesîleya salvegera 100'emîn a Komara Tirkiyeyê konferansek bi sernavê 'Rûyê din ê komarê' hate lidarxistin. Konferans li bajarê Basel ê Swîsreyê bi hevkariya Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) û Partiya Jinûve Avabûnê ya Sosyalîst (SYKP) pêk hat. Di konferansê de polîtîka aboriyê ya komarê, polîtîkaya gel û baweriyan, polîtîkaya zayendîperestiyê ya komarê û avakirina paşerojê hatin nirxandin. Konferans ji 4 rûniştinan pêk hat û Parlamentera HEDEP'ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Rojnamevan Hayko Bagdat, Seroka Wekhev a Konfederasyona Yekîtiyên Elewî ya Ewropayê Nevîn Kamîlagaoglû, lêkolîner nivîskar Melehat Kûtûn, Volkan Yaraşir, erdal yaraşir, akademîsyen Evra Akdemîr, Nûnera ATÎK'ê Zeynep Çalişkan weke qiseker tevlî konferansê bûn.

Konferans li salona konferansê ya Aula Blasi Schulhasu a Baselê pêk hat û axaftina destpêkê bi navê SYKP'ê Berfîn Goçer û bi navê ATÎK'ê Suleyman Gurcan kir.

'ABORÎ DI DESTÊ ÇÎNÊN SERWER DE BÛ'

Melehat Kûtûn anî ziman ku dema komar ava bû sermayeyek tune bû û got, "Sermayeyeke rojavayî tune bû. Komarê dest danî ser û danheviyeke sermayeyê ava kir. Ji bo demeke dirêj a dîrokî polîtîka aboriyê her tim bi navenda dewletê hate meşandin. Piştî sala 1980'î aborî kete destê komeke ji elît û çîna serwer û li pêşiya çareseriya pirsgirêkên pêşveçûnê yên gel bûn asteng."

'DÎROKA ŞOREŞA DIJBER'

Volkan Yaraşir jî qalê kir bê çîna karker bi komarê re çawa bi pêş ket. Yaraşir got, "Dîroka komarê ya 100 salî dîroka şoreşgereke dijber e. Dewletê çîna karker her tim metirsîdar dîtiye."

Erdal Emre jî anî ziman ku dîroka komarê timî li ser çîrokan hate avakirin û got, "Her tim ji me re qala çîrokan kirin, lê belê rastî cuda bû."

'TEVGERA AZADIYÊ YA KURD TABÛ HILWEŞAND'

Rûniştina duyemîn a konferansê bi mijara 'Polîtîya bawerî û gelan a komarê' bû. Parlamentera HEDEP'ê Meral Daniş Beştaş, rojnamevan Hayko Bagdat û Seroka Wekhev a AABK Nevîn Kamîlagaoglû axivîn.

Hayko Bagdat got, "Weke Ermen em hatin tunekirin. Li Rojhilata Navîn herî kêm, em man. Dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e. Çep a Tirk bi meseleya Ermenî re rû bi rû nema. Tevgera azadiyê ya Kurd ev tabû hilweşand."

Kamîlagaoglû jî diyar kir ku bi komarê re pirsgirêkên baweriyan ên Elewî nehatin çareserkirin, berevajî tune hatin hesibandin.

'DI NAVA MUXALEFETÊ DE JÎ DIJMINATIYA LI KURDAN HEYE'

Parlamentera HEDEP'ê Meral Daniş Beştaş jî got, "Dijminatiya li Kurdan ne tenê bi desthilatdariyê re heye, di nava muxalefetê de jî heye. CHP'ê 'qencî' kir, bi hinceta leşkerên biyanî ji destûrnameyê re gotin na. Ji Hamasê re nabêjin rêxistina terorê lê ji YPG û YPJ'ê re dibêjin rêxistina terorê. Bi qasî dijminatiya li Kurdan dijminatiya li baweriyan jî di heman astê de ye. Hewldanên me yên ji bo demokratîkkirina komarê hene. Ji ber vê yekê em tên lînçkirin."

Serokê rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu şerê Îsraîl-Fîlîstînê nirxand û anî ziman ku metirsiya şerekî nukleerî heye.

Kurkçu diyar kir ku li welêt pêwîstî bi alternatîfeke sêyemîn heye û got, "Dewleta komara Tirkiyeyê nikare bê demokratîkkirin. Li Tirkiyeyê tovek nîne. Pêwîstî bi komareke demokratîk û civakî heye. Tevgera Kurd hêviyê dide."