Li Swîsreyê kampa ciwanan

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad weke her sal îsa jî di navbeyna 21-27'ê Kanûnê de bi tevlêbûn 40 ciwanên ji 4 welatan li Swîsreyê kamp çêkirin.

Organîzasyona kampê ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad ve di navbeyna 21-27'ê Kanûnê de bi tevlêbûna ji 40'î zêdetir ciwanên ji 4 welatan hate kirin.

Kampa Çand û Sporê ya Ciwanan a Ewropayê ku ev demeke ji hêla TCŞ'ê û JCA'yê ve bi çarçoweya pêngava 'nehêle' bi  dirûşma, 'destûrê nede ku çand winda bibe' haziriyên wê dihate kirin 21-27'ê Kanûnê li Swîsreyê hate kirin. Ji Elmanya, Ingilistan û Swîsreyê ji 40'î zêdetir ciwan tevlê kampê bûn. Li kampê perwerdehiya îdeolojîk, xebatên atolyeyê, çand û sportîf hain kirin, lîstik hatin lîstin.

Êvarî belgefîlmeke bi navê ''Nû jîn''ê ya li ser Rojava hate temaşekirin û belgefîlmeke bi navê 'Banga Rojê' hate nîşandadn.

Roja duyan li ser dîroka Kurdistanê semîner hatin çêkirin û munazereyeke bi mijara ''Konfederalîzma Demokratîk- Netew Dewletê'' hate kirin.

Belgefîlma bi navê ''Jiyana Min Tim Şer Bû: Sara'' ya derbarê yek ji pêşenga Tevges Azadiya Jinê ku li Parîsê 2013'an hatibû şehîdkirin, hate temaşekirin.

Roja çaran jî li ser mijara 'şerê taybet' hate sekinandin, derbarê şerê taybetû amûrên wê semîner hatin çêkirin, piştre xebata atolyeyê hate kirin û derbarê mijarê skêç hatin çêkirin.

Jinên ciwan li ser zayendiya civakî semîner dan, xebatên komê hatin kirin û ziyana modernîteya kapîtalîst û aqilê dewletî/nêr hate dîti.

Roja 5'an şeva moralê hate çêkirin, muzîk hate guhdarîkriin, şano hate lîstik, govend hate girêdan.

Roja dawî ya kampê jî li ser ''Konfederalîzma demokratîk, komun, meclîs'an semîner hatin çêkirin.