Li Swîsreyê gel daketin qadan: Dagirkeriyê bidin sekinandin
Li gelek bajarên Swîsreyê bi hezaran kes daketin qadana û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Li gelek bajarên Swîsreyê bi hezaran kes daketin qadana û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
CENEVRE
Sedan kes li Cenevreyê hatin ba hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin. Girseyê bi alayên YPG û YPJ’ê sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Gelên Rojava ne bi tenê ne’ berz kirin.
Siyasetmedarên ji Swîsreyê û komên cihê di çalakiyê de axivîn û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin.
BASEL
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê Kurd û dostên wan hatin ba hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Rêveberên partiyên Basta û Partiya Sosyalîst jî di nav de gelek siyasetmedar tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de siyasetmedarên Swîsreyê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û bang li Swîsreyê kirin ku bila çekan nefiroşin Tirkiyeyê.
Di heman demê de li bajarên St. Gallen, Bîel û Bernê jî bi sedan kes daketin qadan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin.