Li Swîsreyê çalakiyên ‘Cenga Azadiyê Serbixin’
Li bajarên Lozan û Bernê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd ên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Lozan û Bernê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd ên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Kampanyaya ‘Cenga Azadiyê Serbixin’ ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ve di meha Tîrmehê de hatiye destpêkirin, li bajarên Lozan û Bernê dewam kir.
Di çarçoveya kampanyayê de li gelek navendên Swîsreyê bi standên agahdarkirinê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê vegotin û li qadan jî azadiya wî ya fîzîkî tê xwestin. Di çalakiyên îro yên li Lozan û Bernê de jî Pêngava 15’ê Tebaxê hat silavkirin.
LOZAN
Kurdistaniyên ku di pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê de li Qada St Laûrent hatin ba hev, ev peyam dan: “Heta tecrîda li ser Rêberê me neyê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî neyê mîsogerkirin em ê li qadan bin.”
Di şexsê fermandarê pêşeng ê Pêngaca 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsum Korkmaz) de ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (CDK) Zulfu Bînbîr axaftinek kurt kir.
Bînbîr bertek nîşanî pêkanîna tecrîdê da û got: “Di salvegera 15’ê Tebaxê de em gelê Kurd bi taybet ciwanên Kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe bikin.”
Li ser navê TCŞ û Teko-JIN’ê Ramazan Oba daxuyaniya bi zimanê Fransî xwend.
Ciwanên Kurd bi standên agadarkirinê ku di rojên pêş de li Lozanê danin, çalakiyên xwe yên ‘Cenga Azadiyê Serbixin’ bidomînin.
BERN
Li paytext Bernê jî li qada Bahnhofplatzê çalakî hat lidarxistin. Endamê TCŞ’ê Ozgur Semsûr daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê her ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li gelek cihên Kurdistanê têk diçe, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir dike û got: “Li gel êrîşên giran jî berxwedana ku Rêberê me li Îmraliyê dide, ji bo me dibe çavkaniya îlhamê.”
Piştî axaftinên Semsûr çalakiya rûniştinê hat kirin.