Li Swîsreyê çalakiya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadîya Ocalan’

Di çarçoveya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadîya Ocalan’ de, li bajarê Basel a Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin.

Bi wesîleya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadîya Ocalan’ ya di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” ya ji bo pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin de, li bajarê Basel a Swîsreyê meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) de, li ber stasyona trenê ya li navenda trenê hatin gel hev, mitîngek lidarxistin.

Piştî ji aliyê aktîvîsta YJK-S’ê ve axaftina destpêkirinê hate kirin, ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û şoreşê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Hevseroka partiya BASTA Sina Deîss bal kişand li ser şoreşa Rojava ya ku bi paradîgmeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî pêkanîn û got, “Gelê Kurd çawa îro li Rojava şoreş kir, di serî de li Swîsre hemû Ewropa bikevin şoreşa Rojava.”

Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî jî ev diyar kir, “Hetanî ku Rêbertiya me digihije azadiya xwe, em gelê Kurd li her qada ku em lê ne bê navber em ê di çalakiyan de bin, em ê ‘pêngava azadiyê’ bidomînin.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê Ozen Aytaç jî got ku em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin.

Piştî axaftinan girseyê tîşortên bi nivîsa, “Azadî ji bo Ocalan, Statu ji bo Kurdistanê” li xwe kirin, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên PKK’ê dest bi meşê kirin.

Di meşa ku li ser hev dirûşme hatîn berzkirin de belavokên bi Elmanî hatin belavkirin.