Li Swîsreyê bi hezaran kesan bang kirin: Rêber Apo îradeya me ye
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi hezaran Kurd û dostên wan li bajarên Basel, Cenevre û Bellîzonayê daketin qadan û gotin ‘Rêber Apo îradeya me ye’.
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi hezaran Kurd û dostên wan li bajarên Basel, Cenevre û Bellîzonayê daketin qadan û gotin ‘Rêber Apo îradeya me ye’.
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi hezaran Kurd û dostên wan li bajarên Basel, Cenevre û Bellîzonayê daketin qadan û peyama ‘Rêber Apo îradeya me ye’ dan.
BASEL
Bi tevlêbûna komên enternasyonalîst li dijî komploya navneteweyî û êrîşên li ser Garê çalakî hate lidarxistin. Gel hate qada Bahnofplatzê û piştî mîtîngê li nava bajêr meşek lidarxistin.
Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî axivî û got, “Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û berxwedana gerîlayan a li qadên azadiyê îro bûye hêviya bi milyonan kesan. Îro gelên cîhanê jî xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin.”
Gel li pişt posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alaya PKK’ê meşiyan û di meşê de belavok hate xwendin.
BELLÎZONA
Li bajarê Bellîzona yê Swîsreyê jî Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û li vir mîtîngek lidarxistin.
Li ser navê saziyên Swîsreyê axadtin hate kirin û hate diyarkirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Di axaftinan de hate diyarkirin ku li dijî êrîşên li ser Garê jî ew piştgiriyê didin gelê Kurd.
CENEVRE
Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê hatin ba hev û komploya 15’ê Sibatê protesto kirin. Ji xeynî nûnerên Partiya Karkeran, rêxistinên ciwanan ên Swîsreyê jî tevlî meşê bûn.