Li Swîsreyê aktîvîstên avhewayê sînor protesto kirin
Aktîvîstên avhewayê ku li Basêlê kon vedane, heta sînorê Elmanya û Fransayê meşiyan û pêkanînên nîjadperest protesto kirin.
Aktîvîstên avhewayê ku li Basêlê kon vedane, heta sînorê Elmanya û Fransayê meşiyan û pêkanînên nîjadperest protesto kirin.
Aktîvîstên avhewayê (No Borders Klimacamp) ku ji 3'ê Tebaxê ve li bajarê Basel ê Swîsreyê kon vedane û çalakiyên curbicur lidar dixin, heta sînorê Elmanya û Fransayê meşiyan.
Li herêma Keserne ya Baselê aktivîstên avhewa bi daxwaza vekirina sînoran ji bo koçberan, edaleta avhewayê heta sînorê Elmanya-Swîsre meşiyan. Koçberên di kampê de ji bo vegerê tên ragirtin jî piştgirî dan xwepêşandêran. Xwepêşandêran li ber kampa penaberan a 50. a Baselê ku li kêleka sînor e, çalakiya rûniştinê lidar xistin û koçberên li kampa vegerandinê hatin girtin jî bi dirûşman piştgirî dan wan.
Çalakgerên ku li Herêma Keserne ya Baselê li hev civiyan li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber sînoran gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya ku bi gelek zimanan hat xwendin de hat destnîşankirin ku pergala koçberiyê ya Swîsreyê her diçe dijwartir dibe û wiha hat gotin, “Em dixwazin balê bikişînin ser polîtîkaya penaberiyê ya Swîsreyê ya li dijî mirovahiyê. Em naxwazin mirovên ji ber sedemên cuda ji welatên xwe reviyan e, bi gefa jiyanî û şîdeta psîkolojîk û fîzîkî re rû bi rû bimînin."
'JI BO SÎNORAN BI MILYARAN DOLAR XERC DIKIN'
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Ewropa ji bo pêşîgirtina li koçberan bi milyonan dolar ji bo girtina sînor xerc kiriye hate gotin ku rêyê derbasbûnê yên bi ewle neman e.
Hate destnîşankirin ku divê Swîsreyê hemû serlêdanên penaberiyê bipejrîne û ev tişt hate gotin, “Ji bo me, ev eşkere ye: rastiya ku kesek ji bo hatina Swîsreyê hemî astengiyan derbas kiriye û di vê pêvajoyê de jiyana xwe xistiye xeterê, divê ji bo parastinê bes be.”
LI BER KAMPÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Aktîvîstên avhewayê yên ku piştî axaftinan dest bi meşê kirin, li ser tramwayê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Xwepêşandêrên ku xwe li erdê dirêj kirin, piştî demekê li erdê sekinîn, dîsa bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Li ber kampa penaberan a "Hejmar 50" ya li ser sînorê Elmanya-Swîsreyê çalakiya rûniştinê ya duyemîn hat lidarxistin. Çalakgerên ku li dijî keştiyên bermahiyên fosîlan hatin destgîrkirin, di avahiyê de bêyî navber dirûşme berzkirin. Li vir gelek çalakiyên curbicur pêk hatin û penaberên Kurd jî piştgirî dan. Çalakgeran piştre ber bi sînorên Elmanyayê ve meşiyan.