Li Swîsreyê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê hate pîrozkirin

Di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de li bajarê Basel a Swîsreyê meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşengiya Komîteya Rojava ya Swîsreyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Teko-Jinê li herêma Parka De-Wetteyê hatin gel hev, meşek lidarxistin. Di axaftina ji aliyê Komîteya Rojava ve hatî kirin de bal kişandin li ser girîngiya berxwedana Kobanê û têkoşîna hatî dayîn. Gel ji vir dest bi meşê kirin.

Di tevahiya meşa ku li ser hev dirûşmeyên ji bo berxwedaniya Rojava û pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî berzkirin de, aktîvîstan li derdorê belavok belav kirin. Peyama bi deng a aktîvîstek li Rojava jî di çalakiyê de hate guhdarkirin. Piştî meşa ku bi stran û srûdan dom kirî, piştî axaftinên li herêma Parka Claramatteyê hatîn kirin, pîrozbahî bi dawî bû.

Wê di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê de, di serî de li Basel, Zûrîh û Wîntherthûrê li gelek bajaran çalakiyên pêşandana film, panel û daliqandina pankartan bên lidarxistin.