Li Swîsre û Fransayê dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarê Bassel û Olten ên Swîsre û bajarê Marsîlya, Rennes û Mantpellîer ên Fransayê bi çalakiyên girseyî dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsre û Fransayê daketin qadan dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda cuda hatin protestokirin.

BASEL

OLTEN

SWÎSRE

Li bajarê Basel û Olten ên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava daketin qadan. Di çalakiyên hatin kirin de belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

FRANSA

Li bajarê Marsîlya, Rennes û Monpellîer ên Fransayê jî dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Di çalakiyên hate kirin de bang li welatên Ewropayê hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bikevin tevgerê.

MARSÎLYA