Li Swîsre û Evûstralyayê çalakiyên ji bo 4’ê Nîsanê
Li Swîsre û Evûstralyayê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin
Li Swîsre û Evûstralyayê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin
Meclîsa Jinan a Bêrîtanê ya Zurîha Swîsreyê li Bahnofplatzê standek vekirin.
Di standê de broşurên li ser fikr û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd hate danîn û terhên daran hatin belavkirin. Wê stand heta êvarî vekirî be.
SYDNEY
Li bajarê Sydneyê yê Evûsralyayê jî bi pêşengiya NCDK’ê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de komîteya amadekar diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya rojbûna hemû gelê Kurd, jin û bindestan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 8’ê Adarê û NEWrozê de xwedî li Rêberê Gelê Kurd hatiye derketin û berxwedana li zindanan hate silavkirin.