Li Swîsre û Elmanyayê dagirkeriya dewleta Tirk hate protesto kirin

Ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Swîsre û Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

LÛZERN

Li Qada Kapelplatzê ya bajarê Lûzernê ya Swîsreyê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin û bang li gel hate kirin ku bila li hemberî qirkirina gelê sivîl bihistyar bin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

BERN

Li qada Raîthalle ya Bernê jî ji bo piştgiriya gelên li Rojava û li dijî qanûna polîsan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de qala xebatên Heyva Sor a li Rojava hate kirin û banga piştgiriyê hate kirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de axaftin hate kirin û qala pergala ekolojîk û azadiya jinan hate kirin. Di meşê de gelê Kurd bi alayên YPG û YPJ’ê meşiyan.