Li Swîsre, Fransa û Elmanyayê çalakiyên ji bo yekîtiya neteweyî
Li Swîsre, Fransa û Elmanyayê Kurdistanî daketin qadan û xwestin ku bila yekîtiya neteweyî ya Kurdan were pêkanîn.
Li Swîsre, Fransa û Elmanyayê Kurdistanî daketin qadan û xwestin ku bila yekîtiya neteweyî ya Kurdan were pêkanîn.
ZURÎH
Li Zurîhê ya Swîsreyê partî û saziyên Kurdistanî bi banga ‘Ji bo têkbirina dagirkeriyê, em yekîtiya neteweyî ava bikin’ meşek lidarxistin. Di meşê de ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin.
Di meşê de belavokên bi Elmanî hatin belavkirin û firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê hate protestokirin.
Li ser navê CDK-Swîsre, ÎDGB, Yekîtiya Asûr û Siryanan û KPP’ê axaftin hate kirin.
STRASBOÛRG
Li bajarê Strasboûrgê jî daxuyaniyek hate dayin.
Li pêşiya Gara Strasboûrgê girse kom bû û daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê jî li pêşiya DGB Haûsê saet di 14.00’an de Kurdistanî hatin ba hev û bi banga yekîtiya neteweyî meşek li dar xistin.
Girseyê wêneyên qetlîama li Til Rifatê û qetlîama li Rojhilat hildan û alayên YPG, YPJ û TJK-E’yê hildan.
Li ser navê TEV-ÇAND’ê Xelîl Xemgîn jî axivî û diyar kir ku dema yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd hatiye.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê jî ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî û prostesokirina qetlîama dewleta Tirk a li dijî Rojava mîtîngek hate lidarxistin.
Girseyê bênavber sloganên ‘Erdoganê terorîst’, ‘Tirkiyeya terorîst’ û ‘Gelê Kurd yek e’ berz kir.