Li Swêdê ji bo Kobanê çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Vasteras ê Swêdê komek li hev civiya û Roja Kobanê ya Dinyayê pîroz kirin.
Li bajarê Vasteras ê Swêdê komek li hev civiya û Roja Kobanê ya Dinyayê pîroz kirin.
Çalakî li navenda bajarê Vasterasê hate lidarxistin. Hevserokên Navenda Civakî ya Swêdê Nadîa Başûr û Ridvan Altûn, nûnerên pêşmêrgeyên Dêrîn, Partiya Şûî ya Başûr û yên Partiya Çep tevlî çalakiyê bûn.
Nadîa Başûr di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ruhê berxwedana Kobanê îro li Heftanînê didome û banga geşkirina têkoşînê kirin.
Nûnerê Partiya Çep a Swêdê Hakan Svennelîg jî banga xwedîlêderketina HDP’ê kir.
Svennelîg ji bo ku PKK ji nav ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ derkeve jî bang kir.