Li Swêdê du rêveberên şaredariyan destek dan Guven

Seroka Koma Şaredariya Boråsê ya ji Partiya Çep Ida Legenmark û endama Meclîsa Şaredariya Gävleyê Jin Hajo piştgirî dan Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Ida Legenmark diyar kir, li Tirkiyeyê zext li HDP'ê tê kirin ku partiya destbira ya Partiya Çep a Swêdê ye û gelek wekîl û rêveberên ê hatine girtin.

Legenmark diyar kir, yek ji siyasetmedarên li Tirkiyeyê hate girtin Leyla Guven ji bo şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ye û got, "Ez piştgiriyê didim têkoşîna Leyla Guven ku ji bo afirandina derfetên karê demokratîk û mafên mirovan li ber xwe dide."

Legenmark got, "Divê tu jî vê bike" û wiha dewam kir: "Divê em zextê bikin ku Swêd li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê zextê li Tirkiyeyê bikin ku hurmetê ji mafên mirovan re nîşan bide."

Endama Meclîsa Şaredariya Gävleyê Jin Hajo diyar kir, Leyla Gven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ye, ji bo mafên mirovan, edalet û demokrasiyê têdikoşe û ew jî destekê didin têkoşîna wê. Hajo got, "Divê em hemû destekê bidin Leyla Guven û têkoşerên demokrasiyê."