Li Swêd, Qeneda û Ewistralyayê çalakiyên şermezarkirinê
Li gelek bajarên Swêdê û li Ewistralya û Qenedayê êrîşên dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin.
Li gelek bajarên Swêdê û li Ewistralya û Qenedayê êrîşên dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin.
SANDVÎKEN
Komuna Meclîsa Gel a Gavleborgê ya Swêdê meş û mitîngeke mezin kir.
Pêncşemê berêvarkî meşê dest pê kir, meş li kolaneke sereke ya navenda bajêr hate kirin. Dema meşê bi dirûşmeyan hate gotin,''Erdogan ê faşîst! Tirkiye ya faşîst'', ''Artêşa Tirk ji Rojava bicehime'' û ''Bijî hevgirtina Rojava''.
GAVLE
Li Gavle jî Komîteya Rojava li Meydana Sodermalmê mîtîngk kir.
Di çalakiyê de hunermendê Swêdî li ser tuwalekê ''Rojava'' nivîsî. Di çalakiyê de endama komîteyê Anna Jorgensdotter axivî û bang kir ku raya giştî ya cîhanê piştevanê Kurdan be.
Piştre girse ber bi navenda bajêr ve meşiya û bi dirûşeya dagirkeriya Tirk şermezar kir. Jineke Swêdî ya bi navê Emma Atli got, ''Dostên min, heke îro ez bi ewlehiyê dijîm û niha dikarim li vir biaxivim, ev bi we ye.''
SODERHAMN
Her wiha li Soderhamnê jî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin. Li ser navê Komîteya Hevgirtina Kurdistanê Benny Gustafson axivî û bal kişande ser talokeya hişmendiya Erdogan û DAÎŞ'ê.
Piştre li ser navê Partiya Demokrat a Xiristiyan Marîa Karlsson axivî û got, ''Beriya bi demeke kurt li vir min got, ''Erdogan ne tenê faşîst e, her wiha kujer e' û ez rast derketim.''
PERTH
Li bajarê Ewistralyayê Perthê jî Kurd û dostên wan dagirkeriya Tirk a li ser Rojava hate şermezarkirin. Kurd û dostên wan li ber Parlamentoya Eyaletê ya Ewistralyayê hatin cem hev û dagirkeriya Tirk şermezar kirin.
TORONTO
Li Zanîngeha Torontoyê ya Qenedayê bernamya bi tevlêbûna karsaz û akademîsyenên Tirk ji hêla xwendayên Kurd, akademîsyen û dostên Kurdan ve hate şermezarkirin. Li hêwanê ya ku semîner lê dihate kirin, komê li dijî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Rojava çalakiya bêîtîatiya sivîl kir, saetekê dirûşm berz kir. Beriya ku semîner dest pê kir kesên ku wê semîner bidina ji hêwanê derketin.