Li Stûttgartê piştî meşa dirêj a 2 rojan mîtîng hate lidarxistin

Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stûttgartê meşeke dirêj a ji bo 2 rojan hatibû lidarxistin. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke dirêj a ji bo 2 rojan hatibû destpêkirin. Meş bi mîtîngê bi dawî bû.

Di mîtîngê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li dijî Kurdan sûcê mirovayetiyê dike û Elmanya jî piştgiriyê dide vê sûcî.

Di mîtîngê de êrîşên li ser Garê jî hate şermezarkirin.

Li ser navê Dîe Lînkeyê jî axaftin hate kirin. Di axaftinê de tecrîd hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku divê êrîşên dagirker bisekinin.