BI DÎMEN

Li Stuttgartê konê agahdarkirinê ya ji bo 3 rojan hate vedan

Li Stuttgartê bi pêşengiya DKTM’ê ji bo balê bikşînin ser sûcên şer û mirovahiyê yên li Rojava û piştevaniyê birêxistin bikin, konê agahdarkirinê ya ji bo 3 rojan hate vedan.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) konê agahdarkirinê ya ji bo 3 rojan hate vedan. Her roj pêkhateyên cuda li konê erk digrin. Li konê ji bo balê bikşînin ser sûcên şer û mirovahiyê yên li Rojava, raya giştî agahdar bikin û piştevaniyê birêxistin bikin, belavokên destan û danezan hatin belavkirin.

Li konê ku duh ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ve îro jî ji aliyê ciwanên Kurd ên Stuttgartê ve hate birêvebirin, ji bo piştevaniya gelên koçber qutiyên bexşê hatin danîn.

Sibê ku roja dawî ya çalakiyê ye, wê endamên Komuna Jinê ya Meryem nobetê bigrin.

Her wiha jinan ji bo meşa ku wê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YKL-E)  14’ê Kanûnê li bajêr bi dirûşmeya “Rojava roniya me ye” lbê lidarxistin, amadekarî dikin.