Li Stûttgartê komplo û êrîş hatin protestokirin

Meşa li dijî komployê ku ji Hanaû ya Elmanya destpê kiribû di roja 7’an de li Karsplatz a Stûttgartê destpê kir.

Meşa Dirêj a TJŞ, TEKNO-JIN û enteransyonalîst a ji bo protestokirina komploya naventeweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Hanaû ya Elmanyayê destpêkiribû di roja 7’an de li Karslplatz a Stûttgartê destpê kir.

Berî çalakiyê komeke ku Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û siyasetmedar Faysel Sariyildiz jî di nav de tevlî dageha li 5 Kurdên ku li girtîgeha Stammheîm a Stûtgartê tên darezandin bûn.

Di mîtîngê de li ser navê TJK-E, Offenes treffen gegen Krieg und Militarismus, Gedicht Deutschen Freund, TÇŞ, Teko-JİN, Azadiya Rojava Madrid, Ponen am Kurdistan Katalonya, AvEG-Kon Katalonya axaftin hatin kirin.

Çalakvanên ku ji Katalonya û Madrîtê hatibûn diyar kirin ku li gel tevgera azadiya Kurd in û got: “Şoreşger divê li dijî faşîzmê têkoşînê esas bigirin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têbikoşin.”

Ciwanên ku li Karlsplatz a Stûttgartê hatin ba hev mîtîngek lidar xitin.

Li ser navê TCŞ-TEKO-JIN axaftin hate kirin û ev hate gotin: “PDK a partiyeke qaşo Kurd e, bi rasthatina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li şûna ku komployê vala derbixe, berovajî bi hişmendiya xiyanetkar li dijî gerîlayên leheng ên têkoşîna azadiya gelê Kurd dike, bûye xwedî helwest. Divê ciwanên Kurd ên li Ewropayê bi pêngava ‘Bi Hev Re Serhildan’ li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.”

Li ser navê AvEG-Konê jî daxuyaniyek hate dayîn û diyar kir ku divê li dijî êrîşên qirker, dagirker û mêtinger ên dewleta Tirk bêdeng nemînin, li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedan belavî hemû ewropayê bibin.”

Çalakî wê sibe saet 13:00’an bi mîtîngekê li Kirchoplatz a Stuhlînger a Freîbûrgê dom bike.