Li Stûttgartê danişîna siyasetmedarên Kurd didome

Li Stûttgartê ya Elmanyayê danişîna çar siyasetmedarên Kurd çêbû. Siyasetmedar heta ku têne hêwana danişînê rastî li nêzîkatiyê rûmetşikîn tên.

Siyasetmedarên Kurd Veysel S., Agît K., Evrîm A. û Ozkat T girtî û Cîhan A. jî bêyî ku girtî be têne darizandin.

Danişîna çaran îro saet 10.30'an li hêwana girtîgeha Stamhaîmê dest pê kir. Heftiya bihurî ji ber îtîraza parêzeran ya li dijî nêzîkatiyên kêfî, girtîgehê nameyek ji dadgehê re şandibû. Ev name hate xwendin. Di nameyê de gavên rûmetşikîn ên li ser girtiyan bi hinceta ''ewlehiyê'' hate nirxandin.

Parêzeran gotin dema ku miwekîlên wan dibine odeya bendêmanê ya dema ku bêhnvedanê didin danişînê, gelek caran ser wan seh dikin.

Ji ber ku di odeya hevdîtinê de di navbeyna parêzer û miwekîlan de cam tê danîn ev jî bûbû sedema helwestan. Parêzeran li dijî van nêzîkatiyan rabûn û ji şandeya dadgehê wateya wê pirsîn.

Parêzerê Agît K. Oswald ji serokê dadgehê re got, ''hûn tenê behsa qebûnan dikin, em vê qebûl nakin. Ev rewşa heftiya bihurî venabêje.''

Oswald her wiha got dema ku serdanvan û endamên çapemeniyê têne hêwana dadgehê gelek caran ser wan seh dikin û got serokê dadgehê nikare biyareke wiha bide.

Oswald got Agît K. dema ku ji girtîgeha Stammheîmê anîne piyên wî hatine zincîrkirin û beriya ku bikeve hundir, derxieine û pirsî bê ka çima tiştekî wiha hatiye kirin.

Serokê dadgehê got,''Divê ev ji girtîgehê were pirsîn, me nizanîbû ev wiha hatiye kirin. Ez ê bipirsim bê ka çima ev hatiye kirin û di vê dadgehê de bibersivîm.''

Oswlad her wiha got ji ber ku ji derveyî Stammheîmê anîne ji ber ku li vê girtîgehê nemane av nedana Evrîm A. û Ozkand T. û pirsî bê ka ev rewş wê çawa çaresr bibe. Serokê dadgehê got dikarin avê bînin û bidin wan.