Li Stûttgartê dagirkerî û qirkirin hate protestokirin
Bi çalakiyekê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate protestokirin.
Bi çalakiyekê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate protestokirin.
Bi pêşentiya Defend Rojava li Qada Kobanê (Schlossplatz) a Stûttgartê bi çalakiyekê dagirkeriya Tirk hate protestokirin.
Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bêdeng nebe nebin hevkar’, ‘Kujer Erdogan, ji Rojava bi cehenime’, ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Rojava ne bi tenê ye’ hate qîrkirin. Çalakî li ser banga tevlîbûna çalakiya ku wê roja Şemiyê saet 14:30’î li Laûtenschlagerstrasseyê bê kirin û belavkirina belavokan bi dawî bû.