Li Stûttgartê çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 rojan dest pê kir

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 rojan dest pê kir.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê berfireh dibin.

Tevî bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê û bajarên Parîs û Marsîlya yên Fransayê, li Stûttgartê jî çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 rojan dest pê kir.

Çalakî li qada Kobanê ya Stûttgartê rojane saet di navbera 11:00-18:00 de pêk tê.

Kurdistanî wê çalakiya xwe roja Şemiyê saet di navbera 14:30-17:00 de bi mîtîngekê bi dawî bikin.