BI DÎMEN

Li Stuttgartê çalakiya konvedanê di roja 2’emîn de berdewam dike

Li Stuttgartê çalakiya konvedanê ya li dijî êrîşên li ser Rojava hatibû destpêkirin di roja 2’emîn de berdewam dike.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiya konvedanê hatibû destpêkirin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) di roja 2’emîn de berdewam dike. Konê çalakiyê bi alên YPG û YPJ'ê hatin xemilandin.

Çalakî îro ciwanan bi rê ve bir. Ciwanan ji bo ku balê bikişînin ser sûcên şer û mirovahiyê, ji bo agahdakirina raya giştî û birêxistinkirina hevgirtinê belavok û broşur belav kirin.

Çalakiya sibê jî wê ji aliyê Komuna Jinan a Meryemê ve were birêvebirin.