Li Stûttgart û Hannoverê çalakiyên kon hatin kirin

Li bajarê Stûttgart û Hannover ên Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên kon hatin kirin.

STÛTTGART

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve li Schlossplatz a bajarê Stûttgar ê Elmanyayê ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 2 rojan hate destpêkirin. Li gel Kurdistaniyan dostên wan jî tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinên hatin kirin de ev hate gotin: “Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, wê şer li Kurdistanê bi dawî nebe, her wiha aştiya cîhanê jî girêdayî vê ye.”

HANNOVER

Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşer a li bajarê Hannover a Elmanyayê hatibû destpêkirin di roja 2’an de dewam dike. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.