Li Strasboûrgê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Şehîdên meha Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatin bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Saziya Jinan a Zîn û Komîteya Malbatên Şehîdan ve li Navenda Civak Kurd a Demokratîk hate kirin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ya bi bo cangoriyên têkoşîna azadî û şoreşgerî destpê kir.

Di axaftina li ser navê Saziya Jinan a Zînê ve hate kirin de hate gotin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê 40 sal in li ser têkoşîna şehîdan mezin dibe û Şoreşa Rojava derxist holê.

Hate gotin ku yê berxwedana herî mezin a Tevgera Azadiya Kurdistanê derxist holê xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan bû.

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan jî xalê Ehemd Ebdurehman ê di êrîşa çeteyên cîhadî yên dewleta Tirk destekê dide yê de şehîd bûbû, Ebdullah Mûstefa axivî. Mûstefa diyar kir ku rêya watedayîna şehîdan û têkoşînê di parastina Şoreşa Rojava ya ji êrîşên dagirker û qirker ên dewelta Tirk re derbas dibe û mimkûne.

Nûnerê Partîzan jî axivî û diyar kir ku şehîdên Tevgera Azadiya Kurd nirxên tevgerên şoreşgerî yên cîhanê ne.

Herî dawî banga xwedîderketina li şoreşê hate kirin. Bîranîn bi gotina stranan ve bi dawî bû.