Li Strasboûrgê roja 39’an: Piştgiriya berxwedanê geş dibe

Ji bo rakirina tecrîdê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 39’an de didome û nûnerên gelek saziyan diyar kirin ku ew ê berxwedan geştir bibe.

Ji xeynî hunermendên Kurd, ji gelek bajarên Ewropayê kes û nûnerên saziyan hatin serdana çalakiyê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li lokala Navendî Civakî ya Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê di 17’ê Kanûnê de hatibû destpêkirin, di roja 39’an de didome. Di çalakiyê de tê diyarkirin ku heta tecrîda li ser Ocalan were rakirin ew ê çalakî bidome.

HEYETA CÎKÊ: DIVÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANÊ WERE KIRIN

Hevserokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Hafiz Tûrhallî hatin serdana çalakgeran. Mele Hafiz Tûrhallî li vê derê axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedanê. Mele Hafiz got ku, “Divê piştgiriya vê berxwedanê were kirin, ji ber ku tecrîda li ser Ocalan li ser jiyana azad a gelan û baweriyan gefeke mezin e.”

SERDANA HUNERMENDAN

Endamên Koma Berxwedanê Seyidxan, Xelîl Xemgîn, Şemdîn, Diyar, Kawa, Cewad, Memo û Merdan jî hatin serdana çalakgeran.

Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî hatin serdana çalakgeran. Jinan diyar kirin ku ew ê li her qadê xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin.

JI ÇAR WELATAN HATIN STRASBOÛRGÊ

Îro jî ji gelek bajarên Ewropayê gelek Kurd hatin serdana çalakgeran. Ji bajarên Hannover, Stûttgart, Gîesen, Darmstadt, Bremen, Kehl ên Elmanyayê, ji bajarên Parîs, Mûlhoûse, Selestat, Saînt Avold, Reîms, ji bajarê Bernê yê Swîsreyê û ji bajarê Brukselê yê Belçîkayê Kurd û dostên wan hatin serdana çalakgeran.

Nûçegihanê rojnameya Evrenselê jî hate serdana çalakgeran û bi çalakgeran re hevdîtinek pêk anî.