Li Strasboûrgê panela ‘Ocalan û Tecrîd’ hate lidarxistin

Înîsyatîfa Azadiya Ocalan li Strasboûrgê ji bo 8’emîn salvegera Nobeda Aazadiyê panela ‘Tecrîd-Greva birçÎbûnê-cih û peyama Ocalan’ hate lidarxistin.

Li bajarê Fransa Strasboûrgê Nobeda Azadiya Ocalan ku ji aliyê Înîsyatîfa Azadiya Ocalan ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve hate destpê kirin û di nava hefteyê de ji aliyê nûnerên saziyên Kurd ve hate dewrgirtin. Li aliyê din di nava hefteyê de aktivîteyên cûda hate lidarxistin.

Di çarçoveya aktivîteyan de panela ‘Tecrîd-greva birçîbûnê-cih û peyama Ocalan’ hate lidarxistin. Ji Navenda Civaka Demorkatîk a Kurd ya Strasboûrgê siyasetmedar Mûstafa Sarikaya, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç weke qiseker beşdarî panelê bûn.  Di panelê de bûyer û pêşketinên dawî hate nirxandin.

Siyasetmedar Mûstafa Sarikaya di panelê de axivî û qala greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Strasboûrgê kir ku ew bixwe jî dinav de cih digirt. Sarikaya da zanin ku di encama biryardariyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şkandin û di encama bedeldayîna grevên birçîbûnê de serketin hate bidestxistin.

Di panelê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca axivî û wiha got; “Di encama berxwedana grevên birçîbûnê de tecrîd di astekê de hate şkandin. Cîhan êşên gelê Kurd ji nedîtî ve hat lê tevî vêya berxwedana dîrokî ya gelê Kurd hişt ku di sahneya cîhanê de were dîtin. Dixwazin xakên Kurdistanê bêyî Kurd bihêlin. Li Kurdistanê li hemû eniyên şer bi çekên Ewropa û Emerîkayê tê hilweşandin. Divê DYE û Ewropa dev jî vê siyaseta xwe ya durûtiyê berde. Divê were zanîn ku êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagirkeriya hemû Başûrê Kurdistanê ye.”

Ûca daxwza geşkirina têkoşînê kir û got; “Li Rojhilata Navîn modela azadiyê li Îmraliyê ye. Rêya demokrasiyê li Îmraliyê derbas dibe.”

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûn Dînç jî qala peyamên hevdîtinên bi Ocalan re kir. Dînç got divê peyamên Ocalan baş were famkirin û têkildarî hevdîtina dawî ya 18’ê Hezîranê agahî da. Dînç wiha got; “18’ê Hezîranê di hevdîtina dawî de Rêzdar Ocalan nameyek nivîsî. Dewletê piştî hevdîtina me kesek din şand grevê. Name bi destê wî weşandin. Pêvajoya hatî weşandin, awayê wê û bi şîroveyan ji çarçoveya nameyê hate derxistin. Rêzdar Ocalan têkildarî tifaqa demokratîk û siyaseta HDP’ê nivîsandibû. Nîqaşekî derveyî vêya, nameyekî ku ji derveyî vê çarçoveyê were dîtin nebû.”