Li Strasboûrgê komploya navnetewî hat şermezarkirin
Kurdên li Strasboûrgê û dostên wan li hemberî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kurdên li Strasboûrgê û dostên wan li hemberî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Strasboûrgê hat protestokirin. Beriya çalakiyê Kurd û dostên wan li Meydana Platz Repûlîqûe hatin cem hev. Di çalakiyê de pankart hatin vedan û dowîzên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin hilgirtin.
Di çarçoveya çalakiyê de heya qada Nobeda Azadiyê ya ew 9 sal in li ber saziyên Ewropa didome meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Em hemû PKK ne”, “Em hemû Ocalan in”, “Bimire faşîzma Tirk” û “Kujer Erdogan” hatin qîrkirin.
Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr jî di çalakiyê de axivî.