Li Stockholmê Zîlan û şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî pêk anîbû û şehîdên meha Hezîranê li Stockholma Swêdê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm li lokala komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Stockholmê hate lidarxistin. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Havar Bawer axivî û qala girîngiya meha Hezîranê ya ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd kir.

Ji Meclîsa Jinan a Amara Ayşe Goktepe axivî û got; “Di meha Hezîranê de Tevgera Azadiya Kurd destkeftiyên mezin bi dest xist û di heman de şervanên bi nirx ên weke Zîlan winda kir. Zîlan sala 1996’an li Dêrsimê care destpêkê ji bo êrîşên li dijî Tevgera Azadiya Kurd bide rawestandin çalakiya fedayî li dar xist.”

DEMA DIÇÛ MIRINÊ JÎ LI JIYANÊ DIFIKIRÎ

Goktepe qala nameya Zîlanê ya beriya çalakiyê nivîsandibû jî kir û got; “Dema ew diçû mirinê jî li jiyanê difikirî. Digot ji bo bide jiyîn çalakiyê dike. Çalakiya wê ji bo mîlyonan bû îlham. Leyla Guven û bi hezaran girtiyên ku xeta Zîlanê şopandin, bedena xwe da ber grevên birçîbûnê û tecrîd şikandin.”

Goktepe got Bêrîtan (Gulnaz Karataş) beriya 24 salan li dijî hevkarî, îxanet û teslîmbûna PDK’ê çalakiya fedayî pêk anî û bû nemir.

BI HEZARAN HEVALÊN KU LI SER ŞOPA ZÎLAN DIMEŞIN HENE

Siyasetmedarê Kurd Rizgar Dêrsim jî wiha got; “Di demekê de ku her kesê digot ev gel qediya û pêşeroja wê tuneye Zîlan bi çalakiya xwe dîrok serûbin kir. 24 sal bi ser çalakiya Zîlan re derbas bûn. Îro bi hezaran hevalên me yên li ser şopa Zîlanê dimeşin hene. Leyla Guven ku pêvajo baş fam kir ji bo şikandina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir. Ji bo pêvajoyê pêşengtî kir.

DIVÊ EM BI BIRYARDARIYA ZÎLAN TÊBIKOŞÎN

Dêrsim diyar kir ku Zîlan bi çalakiya xwe bû sembola jina azad û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku bi biryardariya Zîlan têbikoşin û li dijî hewldanên dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve berxwedanê geştir bikin.

Koma Muzîkê ya Amara bi lêdana sazê ya Ozalan Gursel Dayan ji bo Zîlan helbest û sirûd xwendin. Şanoger Serpîl Înanç helbestên ji bo Zîlanê hatibûn nivîsandin xwend.

Dîsan sînevîzyona ku qala têkoşîn û jiyana Kinacî û Sema Yuce ku bi çalakiya fedayî şehîd bûbû dikir, hate nîşandan.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” , “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.