Li Stockholmê tecrîd li pêşiya parlementoyê hat protestokirin

Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo balê bibin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya parlementoyê çalakî hat lidarxistin.

PROTESTOYA TECRÎDÊ

Çalakvanên ku li pêşiya parlementoyê stand vekirin, ji bo balê bibin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan danezan û borşurên ku biyografiya wî tê de hebûn belavkirin.

Çalakvanên ku ji bo lêkolînkirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, daxwaza avakirina komîteya ad-hoc a di bin sîwana AKPM’ê de kirin û bang li Komîteya Hiqûqê ya Konseya Ewropayê kirin.

Çalakvanan ev peyam dan, “Divê destûr bê dayîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û di bin şert û mercên ku bikaribe li Tirkiyeyê ji bo çareseriyeke siyasî ya demokratîk rol bilîze de were berdan.”

Çalakiya ku 5 saetan dewam kir, ji bo protestokirina êrîşên li ser çanda Kurd bi gerandina govendê bi dawî bû.