Li Stockholmê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê hat şermezar kirin

Li Stockholmê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV’yê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Li navenda Sergels Torg a paytexta Swêd Stockholmê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV’yê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Menîce Yîgît axivî û got: “Di salvegera rojnamegeriya Kurd e, polîsên Belçîkayê bi awayek derhiqûqî bi ser studyoyên weşanê yên Kurd e girtin û her cih wêrankirin. Di heman demê de li Stenbol û Kurdistanê jî bi ser malên rojnamevanan de hate girtin û gelek xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Her wiha li Fransayê jî bi ser gelek malan de hat girtin û gelek welatparêz hatin girtin. Ev hemû konsepta siyaseteke topyekûn e. Ev hewldanek ji bo razîkirina Erdoganê ku di hilbijartinên şaredariyan de têk çû ye. Hemû saziyên me bi keda têkoşîna me hatine avakirin û navendên me yên ragihandinê guh û çavên me ne. Li dijî hêzên ku dixwazin vê bêdeng bikin em ê saziyên xwe biparêzin û li ku bin li ber xwe bidin.”

Di çalakiyê de danezan hatin belavkirin û afîşên “Destên xwe ji çapemeniya Kurd vekêşin” hatin hildan.