Li Stockholmê meşa dirêj dest pê kir

Komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Stockholmê ya paytexta Swêdê bi meşeke dirêj hat protestokirin.

Kurdistaniyên li Stokholmê dijîn ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêkhatî, li Meydana Medborgarplatsen a Stokholmê hatin cem hev. Kurdistaniyan ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û posterên ku li ser daxwaza azadiyê hatiye kirin hilgirtibûn, ji bo giyanê şehîdan deqîqeyekê rêz girtin.

‘WÊ BÊ WATEYA AZADIYA HEMÛ GELAN’

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Ayşe Goktepe axivî û diyar kir ku ew 15’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd hatî revandin weke roja reş dibînin û her sal bi deh hezaran dadikevin qadan û komploya navnetewî protesto dikin. Goktepe her wiha da zanîn ku Kurd ne tenê li Stokholmê, li Ewropa û çar aliyê cîhanê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî çalakiyan dike û got: “Em dibêjin êdî bes e. Divê Abdulah Ocalan demildest serbest were berdan. Azadiya Ocalan tenê ne ya Kurdan e, azadiya hemû neteweyên bindest e.”

Piştî bi dawîbûna axaftina Gokalp, polîsan bi hinceta şewbê tenê 8 saet destûr da ku xwepêşander bimeşin û çalakî bikin. Girseyê mayîna xwe ya li qadê domand û dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berz kirin.

WÊ ÊVARÊ MEŞ ÇÊBE

Çalakvanan tevî berzkirina dirûşmeyên ji bo şermezarkirina komploya navnetewî, dirûşmeyên piştgiriyê dide Tevgera Azadiya Kurd yên mîna “Bijî Ocalan”, “Ocalan gel e, gel em in” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” berz kirin.

Çalakvan piştî mîtînga ku li qadê hatibû li darxistin, wê piştî çalakiyên li Parka Tantolunda, Meydana Raoul Wallenberg, semtên Grona Lund û Slûsenê di saetên êvarê de bi meşaleyên di destê xwe de ber bi Parka Ralambshovê bimeşin. Çalakvan vê roja 14’ê Sibatê saet 11:00’an piştî ku li Parka Ralambshovê bên gel hev û piştî Odenplan û Parka Hûmleyê di saet 17:00’an de li ber avahiya parlementoyê bi mîtînga ku wê li Meydana Mynttorgetê bê lidarxistin meşa bi dawî bike.