Li Stockholmê ji bo şehîdan merasîma bîranînê lidarxistin

Bi merasîmekê yek ji fermandarê PKK şehîd Dozdar Hemo, Endama Konseya Rêveber a KJK Leyla Agirî û 3 gêrîlayên HPG’ê Rûhal Amûdê, Delîl Herekol û Şervan Botan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê bibîranîn.

Îro ji bo bîranîna yek ji fermandarê PKK şehîd Dozdar Hemo, Endama Konseya Rêveber a KJK Leyla Agirî û 3 gêrîlayên HPG’ê Rûhal Amûdê, Delîl Herekol û Şervan Botan ên ku 13’ê Hezîranê li Gabarê şehîd bûbûn, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê merasîma bîranînê lidarxistin.

Xuşka Şehîd Rûhal û gelek Kurdistanî li Stockholmê tevlî merasîmê bûn.

Di merasimê de Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartral axivî û hemî şehîdên Kurdistanê bi bîr anî. Kartal di axaftina xwe da bal kişand ser têkoşîna şehîdan û got: “Bi qehremanî û berxwedaniya şehîdên Kurdistanê konsepta şerê taybet a dewleta Tirk kû plana wê di 30 Cotmeha sala 2014 hatibû kirin, hate pûçkirin. Niha dewleta Tirk di hemû aliyan de û bi taybetî li aliye aborî û siyasî di nava krîzeke mezin de ye û li ber têkçûnê ye. Ji bo vê pêwîst e hemû welatparêzê gelê me li hember şehîda erka xwe pêk bînin û li şûna ku li ragihandina şerê taybet ê rejîma Tirk guhdar bikin, bila bala wan li ser berxwedana pîroz a şehîdên Kurdistanê be. Ji gotinê zêdetir, şehîdan bijîn. Wan hîs bikin û ji bo bîranîna wan erkê xwe ya demê pêk bînin. Ew jî bi serxistina şoreşê û azadiya Rêber Apo pêk tê.

Her wiha di merasîmê de xuşka Şehîd Rûhal Amûdê, Bêrîtan Mihemed axivî û qala jiyan û têkoşîna Şehîd Rûhal kir. Bêrîtanê got, “Xuşka min mirovek wisa bu ku her tim di nava lêgerînê de bû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava di kar û xebata Zimanê Kurdî de cih girt. Piştre ji bo xebatê derbazî Kampa Şehîd Rustem Cudî ango Mexmûr bû. Ew hemû bes nedît û ji bo azadîya gelê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû gerîla. Herî dawî me bihîst ku di 13’ê Hezîranê de li Gabarê şehîd bûye. Em di kesayetî wê de, rêz li hemû şehîdên Kurdistanê digirin û dibêjîn, ‘Şehîd namirin’.”

Piştre sînevîzyonek li ser şehîdan hate pêşandan û merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.