Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan çalakiya kon

Kurdistanî û dostên wan li Stockholm a paytexta Swedê, bi daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ji bo 2 rojan çalakiya kon dan despêkirin.

Li konê ku li Qada Mynttroget a li ber Parlementoya Swedê hatî danîn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate daliqandin. Pankart û dowîzên ku daxwaza bi dawî anîna tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û dawî anîna êşkencê li xwe digre hatin hildan.

Di çalakiya seat 14:00’an heta 16:00’an dom kirî de, daxuyaniya çapemeniyê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swedê ya ji bo çapemeniya Swêdê hatî şandin bi hate xwendin.

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ê ku ji sala 1999’an heta niha li Girava Îmraliyê girtî bê şikandin, bal hate kişandin ku parêzerê Nelson Mandela Essa Mousa û rewşenbîrê DYE’yî Noam Chomsky jî di nav de çendîn rewşenbîr, akademîsyen û parêzerên mafê mirovan berxwedanê dikin.

Di daxuyaniya hate dayîn de diyar kirin ku Ocalan li Kurdistanê bingehek ê aşitî û çareseriya pirsgirêka Kurd a mayînde û demokratîk e, hate destnîşankirin ku gelê Kurd tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan qebûl nake. Daxwaz kirin ku tavilê tecrîda girankirî a li ser Ocalan rabe û pêwîste malbat û parêzer hevdîtinan pêk bîne.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Ocalan gel e, gel em in”, “Azadî ji bo Ocalan, Aşitî ji bo Kurdistanê”, “Bijî Ocalan”, “Piştevanî bi Ocalan re, bi Kurdistanê re” û “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehenime” berz kirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholm ê da diyarkirin ku çalakiya kon wê heta 10’ê Tîrmehê seat 14:00 heta 16:00’an bidome. bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku ji bo azadiya Ocalan berê xwe bidin qada li pêşberî parlementoyê.