Li Stockholmê gel li dijî tecrîdê rabû ser piyan

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê bi armanca piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê û protestokirna bêdengiya cîhanê, li Stockholmê meş û mîtîng pêk anîn.

Kurdistanî û dostên xwe, danê nîvro li qada Norra Bantorgetê li hev kom bûn û bi dirûşmeyên şehîd namirin meşiyan. Meşa bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a kurd a li Swêdê pêk hatî veguherî mîtîngê.

Hunermend Monica Lilja ya li ser navê Platforma Piştgiriya Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê, axivî diyar kir ku serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan ketiye nav panîkê û ji bo parastina desthilatdariya xwe bêtir serî li tundî û zilmê dide. Dixwaze faşîzma xwe li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê serwer bike.

Lîlja bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û 7 hezar girtiyan û diyar kir ku 8 kesan çalakiya fedaî pêk aniye. Astengkirina dewletê ya hevdîtina bi parêzar û malabatê ya bi Ocalan re, binpêkirina mafê mirovan û hevpeymanên navneteweyî ne.

Lîlja, got, “PKK, partiyeke ji bo demokrasî, mafê mirovan û hekheviyê têdikoşe, her wiha YPG/YPJ'ê çeteyên DAÎŞ’Ê têk birine.

Divê hikumet ji bo dawîlêanîna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nav tevgerê.”