Li Stockholmê dirûşmeya ‘Kujer Erdogan, DYE’ya du rû’ hate berzkirin

Li payxtexta Swêd Stockholmê dewleta Tirk a ku amadekariya êrîşekê li dijî Rojava pêk bîne, dike û DYE ya ku bingehê êrîşê amade dike, bi çalakiyekê hatin protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmeya ‘Kujer Erdogan, DYE’ya du rû’ hate berzkirin.

Ev du roj in Kurdistanî li pêşiya avahiya Konsolosxaneya DYE ya Stockholmê çalakiyên protestoyê lidardixin, Îro jî Kurdistanî û dostên wan li navenda bajarê Stockholmê meş û mîtîngek lidarxist.

Li qada pêşiya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Swêdê seat 15:00’an mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku armanca dewleta Tirk zindî kirina çeteyên DAÎŞ’ê yên li ber tunebûnê ye û ji holê rakirina destkeftiyên Kurdan e. Bang li saziyên navnetewî jî hate kirin ku li dijî planên dewleta Tirk ên dijî Rojava helwest nîşan bidin.

Li ser navê Komîteyên Rojava Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navenda Karkerên Swêdê (SAC) Erîk Tonk axivî û got; “Dewleta Tirk a ku amadekariya êrîşekê li dijî hêzên YPG/YPJ’ê ku li Kobanê û Rojava dawiya DAÎŞ’ê anîn bike. Wê aqûbeta dewleta Tirk jî weke ya DAÎŞ’ê be. Divê hê bêhtir piştevaniya şoreşa Rojava were kirin.”

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêdê Ridvan Altûn jî axivî û got; “Li Sûriye, Tirkiye, Îran û İraqê hêzên Kurd li dijî dijminên mirovahiyê şer dikin û çapemeniya dewletên Rojavayî têkoşîna Kurdan nabînin. Di rewşekî ku DYEû hêzên Koalîsyonê ji Rojava vekişi wê hêzên Kurd xaka xwe heta dawiyê biparêzin. Erdogan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû cîhanê gefeke mezin e.”

Piştî axaftinan girseya gel bi pankartên şermezarkirina DYE û Tirkiyeyê, bi alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Rêxisitna ciwanan a Partiya Çepgir Genç Sol bi pankarta ‘Piştevaniya ji bo gelê Kurdistanê’ beşdarî meşê bûn.

Di meşê de daxuyaniya çapemeniyê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinan a Amarayê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser amadekariyên êrîşên li dijî Rojava ku piştî hevdîtinê bi DYE re ya dewleta Tirk ku dixwaze deskeftiyên gelê Bakurê Sûriye û gelê Kurd ji holê rake.

Çalakî du saetan dom kir û di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan, DYE’ya du rû’, ‘Faşîst, Kujer Erdogan’, ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aşitî’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.