Li Stockholmê dagirkerî hate protestokirin

Li paytexta Swêd Stockholmê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên saet 18:00’an li Qada Sergelstorgê hatin ba hev dagirkeriya Tirk protestokirin.

Ji Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Karvan Seîd li qadê axivî anî ziman ku serçeteyê DAÎŞ’ê Bexdadî bi desteka Kurdan ji aliyê DYE’yê ve hate kuştin.

Seîd diyar kir ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên der mirovî yên li Rojava kirî bê darezandin û hesab jê bê xwestin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.