Li Stockholmê çalakiya protestoyê: Em banga parastina Rojavayê li her kesî dikin
Li patyextê Swêdê Stockholmê êrîşên dagirkirinê yên li ser Rojavayê hatin protestokirin û hat gotin “Em banga parastina Şoreşa Rojavayê li her kesî dikin.”
Li patyextê Swêdê Stockholmê êrîşên dagirkirinê yên li ser Rojavayê hatin protestokirin û hat gotin “Em banga parastina Şoreşa Rojavayê li her kesî dikin.”
Bi bangawaziya Meclisa Jinan a Amarayê ya Stockholmê li pêşiya parlamentoyê çalakiya protestoyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê YJK-Îskandînavyayê Ayşe Dîdarê axaftinek kir.
Ayşe Dîdar wiha axivî: “Dewleta Tirka a faşîst û çeteyên faşîst ên paşverû, bi êrîşên xwe yên li ser Herêma Xweser a Rojavayê, li Sûriyeyê kaos û pevçûnan kûrtir dike û qetlîaman dike. Em ji vir dibêjin ku dê rejîma faşîst a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê negihêjin armanca xwe. Armanca van êrîşan di serî de jiholêrakirina şoreşa jinan a Rojava û destkeftiyên gelan in ku bi kedeke mezin bi dest xistine. Ji 29’ê Mijdarê heta niha, li Rojava, bi awayekî topyekûn li dijî gelê Kurd qetlîam tên kirin. Dijminahiya dewleta Tirk a dagirker sînoran nas nake. Em wek jin, li dijî van êrîşan her tim li kolanan bin; parastina Rojavayê parastina Şoreşa Jinan e.”
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Dewleta Tirk ji Rojavayê bicehime”, “Destên xwe yên xwîndar ji Kurdistanê bikêşin”, “Bijî Berxwedana Rojavayê” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Di dawiyê de hat gotin ku ew ê çalakî berdewam bikin û wiha hate gotin: “Em bangî hemû gelê xwe, dostên xwe û her kesê alîgirê mirovahiyê ye dikin ku xwedî li Şoreşa Rojavayê derkevin.”