Li Stockholmê çalakiya ji bo gelên Îranê û Rojava

Partî û rêxistinên Îranî û Kurdistanî ji bo piştgiriya bi gelên Rojava û Îranê re li paytexta Swêd Stockholmê xwepêşandanek pêk anîn.

Çalakî bi banga Komîteya Piştigiya Bi Rojava û Îranê re, Koalîsyona li dijî Komkujiyên Dewleta Îslamê, Platforma Demokratîk a Îranê û Komîteya Piştevaniya Karkeran a Îranê û Swêdê li navenda bajêr li meydana Soltorgetê pêk hat.

PJAK, KJAR, KODAR, Rêxistina Demokratîk a Yarsan jî beşdarî çalakiyê bûn û ji bo kesên di xwepêşandanên Îranê de ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin find hatin vêxistin.

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku li Îranê, Rojava, Iraqê, Bolîvyayê, Fransayê, Şîlî û gelek welatên din ên dinyayê gel li dijî êrişên rejîmên faşîst û paşverû bi rengekî xurt li ber xwe didin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi hezaran mirov ji ber êrişan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Bi hezaran hatin girtin û êşkence li wan hate kirin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku piştgiriya berxwedana li Rojava û xwepêşandanên li welatên din bikin."

Her wiha hate xwestin ku xwepêşandêrên li Îranê bên berdan û yên fermana kuştinê dan bên darizandin.

Piştre nûnerên PJAK, Rêxistina Demokratîk a Yarsanan axivîn û dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û êrişên li Îranê yên li dijî xwepêşandêran şermezar kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bimire rejîma Îslamî ya kujer", "Bijî piştgiriya navneteweyî", "Bijî Rojava" hatin qîrîn.