Li Stockholmê bîranîn: Êzidî wê siberoja xwe bi xwe diyar bikin

Li paytexta Swêdê Stockholmê kesên ku di komkujiya Şengalê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama, "Mafê diyarkirina çarenûsê temîneta siberojeke bi ewle ya Êzidiyan e."

Li paytexta Swêdê Stockholmê di 10'emîn salvegera komkujiya Şengalê de çalakî hatin lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amarayê ve hat birêxistinkirin û li qada Sergels Torgertê pêk hat. Di çalakiyê de daxuyaniya TJK-E ji aliyê berdevka Meclîsa Jinê ya Amarayê Girîn Kasirga ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd hatin ziman û ev tişt hate gotin, “Mafê diyarkirina çarenûsê temîneta siberojeke bi ewle ya Êzidiyan e.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Bêtirî 400 hezar kes di nava welat de ji cih û warê xwe bûn. Nêzî 10 hezar kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin û bêtirî 7 hezar jin û zarok hatin revandin û kolekirin. Jin li bazarên kole hatin firotin û gelek zarok bi zorê ji bo ‘cîhada’ Îslamî mîna leşker hatin perwerdekirin. Heta niha çarenûsa bêtirî 2 hezar û 700 jin û zarokan ne diyar e. Armanca DAÎŞ’ê qirkirina Êzidiyan bû; ev hewldaneke bi zanabûn û sistematik bû.

Gelê Êzidî yên li Şengalê di sala 2015’an de piştî îlana rêveberiya xweser hebûna xwe bi rêxistinbûnê re xurt kirin. Ev yek ji bo mayîndebûna hebûnî, çandî û olî û ji nû ve avakirinê weke garantî û bingehekê xizmet kir.

Lê belê ev aramî bi êrîşên hewayî yên domdar ên dewleta Tirk a faşîst, ambargoyên PDK'ê û hevkariya hikûmeta Iraqê hat xwestin bê xirabkirin. Ev siyaseta qirkirinê ya li hemberî kesên ji qirkirinê rizgar bûne dewam dike, nahêle gelê Êzidî yê li herêmê vîna xwe ya ji bo siberojeke ewle xurt bike û xweseriya xwe ya demokratîk li Şengalê biparêze."