Li Stockholmê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê derketin

Ji bo protestokirina qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12 hezar kes li paytexta Swêd Stockholmê meşek û mîtîngek lidar xistin.

Li ser banga Platforma Piştevaniya bi Rojava û partî û rêxistinên Kurdistanî saet 13:00’an li Qada Norra Bontorgetê hatin ba hev, dagirkeriya Tirk protestokirin.

Li qadê nûnerên partiyan axivî. Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Elî axivî û diyar kir ku wê gelê Kurd êrîşên dewleta Tirk têk bibe.

Nûnerê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûş jî diyar kir ku gelê Kurd ên çeteyên DAÎŞ’ê têkşikandin niha bi êrîşên qirker û talanker re rû bi rû ne.

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt jî axivî û diyar kir ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk wê her tiştî bike û got: “Em rê nadin dewleta Tirk paqijiya etnîkî bike.Dixwazin Kurdan û Xiristiyanan ji herêmê derbixin.”

Sjostedt bi gotina ‘Eger ku Erdogan dixwaze terorîst, qetlîam bibîne bila li eynikê li xwe binêre’ nerazîbûn nîşan da. Sjostedt anî ziman ku divê li Bakurê Sûriyeyê qedexeya firînê bê ragihandin.

Seroka Navenda Palme Olof Anna Sûndstrom destnîşan kir ku li pêş çavê hemû cîhanê dewleta Tirk Kurdan qetil dike. Sûndstrom diyar kir ku ji bo piştevaniyê li vir e, daxwaz ji civak navneteweyî kir ku dawî li vê dagirkeriyê bîne.

Hunermed Ciwan Haco yê tevlî çalakiyê bû diyar kir ku kombûna wan a ji bo parastina Rojava gelekî girînge û strana Çav Bella got.

Piştî axaftinan û şûnde bi hezaran kes ber bi avahiya parlementoyê ve meşiyan. Li pêşiya parlementoyê jî li ser navê Yekîtiya Sûryanên Ewropa, Partiya Karker a Sosyal Demokrat, Partiya Navend, Partiya Moderat, Însyatîfa Femînîst, Yekîtiya Jinan a Sara, dîsa nûnerên partiyên Kurd li vir axivîn. Her wiha Rapçiyê Kurd Serhedo jî li vir stran gotin.

Parlemetera Partiya Moderat Margaretha Cederfeldt diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze paqijiya etnîkî bike.

Parlemetera Partiya Navendî û Berdevka Polîtîkaya Derve Kerstîn Lûndgren jî diyar kir ku dagirkirina Rojava ya ji aliyê Erdogan ve sûcekî li dijî peymana navnetewî ye.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.