Li Stockholmê bi çalakiyekê piştevaniya Rojava hate kirin

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk û piştevaniya bi gelê Rojava re li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek kirin.

Di çalakiya li Qada Sergelstorg a navenda bajar saet 18:00’an hatin kirin de, alên YPG/YPJ’ê û PYD’ê hatin hildan.

Jineke ciwan a bi navê Anna ji bo piştevaniya bi Rojava re dowîza bi nivîsa ‘Rojava azad bikin’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ li qadê danî. 4 findên li pişt dowîzan danî pêxist.

Di çalakiyê de ku srûd û helbest hatin xwendin de, Kurdan û dostên wan ji bo ciwanên li derdor li ser şer û qirkirina dewleta Tirk a li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi gotin û nivîskî agahdar kirin.