Li Stockholmê banga baykota tûrîzma Tirk hate kirin

Kurdistanî û dostên wanên li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, li paytexta Swêd Stockholmê li 3 deveran çalakî hatin kirin.

Hem wext li Stockholmê li pêşiya buroyên trûzmê yên Tirkiyeyê yên li sê deverên cuda çalakî hate kirin.

Li pêşiya buroyan wêneyên kesên di êrîş û sûcên şer ên Tirk de hatine qetilkirin hildan, pankart û dowîzên ku daxwaza baykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê tê kirin hildan.

Her wiha di çalakiyê de balavokên bi sernava ‘Dawî li têkiliyên xwe yên bi Rêya Hewayî ya Tirk re bînin’ hatin belavkirin. Daxwaz hate kirin ku heta dewleta Tirk dawî li êrîşên xwe yên dagirkeriyê bînin, dawî li têkiliyên xwe yên bi Rêya Hewayî ya Tirk re qût bikin.

Belavoka ku bi îmzeya Komîteya Rojava, Yekîtiya Jinan a Sara û Navenda Civak Kurd a Demokratîk li ser daxwaz ji gelê Swêd kir ku tûrîzma Tirkiye baykot bikin. Her wiha banga piştevaniya bi Rojava re hate kirin.