Li Stockholm û Frankfûrtê şehîd hatin bibîranîn

Li Stockholma Swêdê û li Frankfûrta Elmanyayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

STOCKHOLM

Di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ya ku di 25’ê Cotmeha 1992’an de şehîd bûbû, şehîdên meha Cotmehê li Stockholmê hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Bêrîtanê hate nîşandan.

Li ser navê KNK’ê Zeyneb Morad diyar kir ku Bêrîtanê teslîmîyet red kiriye û heta dawiyê li ber xwe daye.

Morad bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk jî got ku “Dagirkeriya li ser Rojava tê wateya dagirkeriya li ser Bakur, Başûr û Rojhilat” jî.

 

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî malbatên şehîdan jî di nav de bi sedan kes tevlî bibîranînê bûn.

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Delal Dêrsim di bibîranînê de axivî û got ku “Têkoşîna ku bi Bêrîtanê dest pê kir îro li Serêkaniyê bi giyanê şervanên jin ên wekî Arîn Mîrkanê didome. Peywira me ev e ku em vê têkoşîna şehîdan heta dawiyê bidomînin.”

Çalakgera jin Şukran Sîncar jî got ku “Em li Rojava îro giyanê berxwedanê yê Bêrîtanê dibînin.”