Li Stockholm û Dusseldorfê DYA hate protestokirin
Li paytexta Sêwêd Stocholm û bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê DYA û dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.
Li paytexta Sêwêd Stocholm û bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê DYA û dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.
STOCKHOLM
Di çalakiya seat 15:00’an hate kirin de pankarta ‘Tirkiye ji Rojava bicehenime’ û alên PYD, YPG/YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Çalakvanan bi dirûşmên ‘Kujer Erdogan, du rû DYA’, ‘Destê xwe yên bi xwîn ji Rojava bikşînin’ û ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehenime’ Tirkiye û DYA hatin protestokirin.
DUSSELDORF
Bi heman armancê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî li pêşiya Sefaretxaneya DYA xwepêşandaneke protestoyî hatekirin.
Di çalakiyê de pankarta ‘Li dijî dagirkeriya li Rojava dengê xwe bilind bike’ hate vekirin û dagirkeriya Tirkiye ya li Rojva hate protestokirin.