Li Stocholmê Meclîsa Jinan a Amara kongreya xwe pêk anî

Li paytextê Swêd Stockholmê Meclîsa Jinan a Amara 6’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî.

Kongreya Meclîsa Jinan a Amara, bi merasîma rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.

Di Kongreyê de pêvajoya siyasî hate nirxandin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva bi pêşengiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê destpê kirî hate destnîşankirin.  Piştî wê peyama Leyla Guven a ji bo 8’ê Adarê hat xwedin.

Di kongereyê de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin û peyama Latîfe Fegan a endamê Înîsiyatîfa Aştî ya Jinan, hate xwedin. Fegan, piştî silavkirina berxwedêrên grevê bi dirûşmeyên ‘Emê bi ser bikevin, em ê bi ser bikevin’ peyama xwe qedand.

Di kongreyê de piştî nirxandin û xwendina peyaman, raporên salane hatin xwendin, li ser komîsyonên meclîsa nîqaş hatin kirin.

Di serî de Leyla Guven kongreya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê hatî diyarkirin de hilbijartin hate kirin û bi hilbijartina 32 endamên meclîsê bi dawî bû.

Piştî hilbijartinê di bin banê meclîsê de 6 komîsyonên ku xebatan bimeşînin hatin diyarkirin. Ev komîsyon wiha ne: Komîsyona Têkiliyên Derve, Ya Civakî, ya Çandê, ya Rêxistinkirinê ya Jinên Ciwan û ya Perwerdehiyê.