Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, li dijî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya protestoyî ya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) ve hat organîzekirin, hejmareke zêde kes beşdar bûn.
Di çalakiya protestoyî de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê dest pê kir, li ser navê DEM-KURD St. Gallenê Adil Bat axaftineke kurt kir. Bat, anî ziman ku armanca êrîşan projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk ya Rêber Apo ye û destnîşan kir ku şerê li Rojava di heman demê de têkoşîna modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e û got "Em têkoşîna demokratîk esas digirin. Lê belê eger em neçar bimînin şer bikin û hemû cîhan bi ser me de were jî em ê li ber xwe bidin. Em li pey heqîqetê ne. Banga me li gelê me yê li Ewropayê ye. Em mil bi mil li gel Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û gelê xwe disekinin. Em şopdarê wan in. Têkoşîna me wê bidome."
Piştî Bat daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê DEM-KURD'ê hatibû amadekirin hate xwendin.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Kurd (TCŞ) Hakî Amanos diyar kir, weke ciwanên Ewropayê ew ê li her cihî têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin û got, "Divê em van dewletên li pêşberî vê bêdeng dimînin û dibin hevkarê sûcê teşhîr bikin. Erka dikeve ser milê me hemûyan ew e ku em xakên ku bi berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin biparêzin. Niha dem dema mezinkirina berxwedanê û parastina azadiyê ye. Ji bo têkbirina faşîzmê em li her cihî bikevin nava tevgerê."
Çalakiya protestoyî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Berxweda Rojava" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.