Li Swîsreyê nerazîbûnên li dijî polîtîkayên Ewropa ya ji bo koçberan didome

Piştî şewata li kampa koçberan Morîa Brennt a nêzî 12 hezar kes a li grava Lesbos a Yewnanistanê dijiyan û şûnde di serî de li Swîsre û gelek dewletên Ewropayê bêhestyariya li hember koçberan hate protestokirin.

BERN

Li bajarê Bern a Swîsreyê bi tevlîbûna SP, Keskan, partiyên siyasî yên Swîsre mîna Joso, însyatîfên ciwanan, rêxisinên koçber, Rêxistina Efû ya Navneteweyî mîtîngek hate kirin. Di çalakiyê de tim dirûşmên li dijî polîtîkayên li ser koçber û sepandinên li hember koçberan dirûşim hatin qîrkirin.Di çalakiyê de Parlementera koçberan a Tirkiyeyî-Kurdistanî li ser karesata Morîa Mremntê ji ANF’ê re axiv. Dîsa Parlementerê Partiya Sosyalîst (PS) ê Parlementoya Federal Mûstefa Atici û Parlementera Parlementoya Netewî ya Keskan Sîbel Arslan jî axivî.

ZURÎH

Dîsa bi hatina gel hev a piranî însyatîfên ciwan û xwendekar ên li Zurîh a Swîsreyê bi çalakiyekê destek dan koçberan. Çalakî li Landesmûseûmê bi meşekê destpê kir. Di çalakiyê de daxwaz ji Parlementoya Netewî û parlementoya kantonê hate kirin ku ji bo xwedîderketina li 12 hezar mirovî û bi ewlek ji Yewnanistanê bên veguhestin, tavilê bikevin tevgerê.

Meş li Helvetîaplatzê veguherî mîtîngeê û li vir axaftin hatin kirin.

LÛZERN

Bi heman armancê li Lûzernê jî çalakiyek hate kirin. Li Baselê jî ji aliyê Partiya Basta ji bo qebûlkirina beşek ji koçberên ku li grava Yewnan radestî Swîsreyê bikin dest bi kampanyayeke îmzeyan kiriye ku piştre pêşkêşî Parlementoya Netewî bikin.